CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Civîna awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî li Stenbolê li ser mijara Mizgefta Eqsayê bi dawî bû

Civîna awarte ya komîteya cihanînê ya wezîrên karên derve yên welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî li ser mijara Qudsê û Mizgefta Eqsayê li Stenbolê bi dayîna daxûyaniyekê bi dawî hat.

Li gorî ragihandina IRIB News`ê, li vê civîna yekrojî ku sibeha roja Sêşemiyê bi amadebûna nûnerên 44 welatên îslamî ji wan wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Muhemed Cewad Zerîf, li Stenbolê hat lidarxistin, guhertinên rojên dawî li Bêyt el Muqedesê hatin hilkolandin.

Li daxûyaniya dawiyê ya vê civînê tevî şermezarkirina tund a dewama karên dagirkeriyê yên Rêjîma Siyonîst li erdên Filistînê, li ser pêwîstiya yekîtiya welatên misilman ji bo parastina herema Qudsa Şerîf wek yekem qibleya misilmanan pêgirî hat kirin.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst ji 14ê Tîrmeha 2017`an va li ser fermana Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê vê rêjîmê, serkutkirina filistîniyan bi tay7bet li Qudsê û Mizgefta Eqsayê giran kirine.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst di vê heyamê da bi sedan filistînî şehîd û birîndar kirine.

Kiryarên serdestîxwaziyê yên Rêjîma Siyonîst li Quds û Mizgefta Eqsayê li halekî ne ku Rêxistina Perwerdehî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî anku UNESCO`yê sala buhurî bi pesendkirina biryarnameyekê, her cûre têkildariya dîrokî  û dînî an çandî ya cihûyan digel şûnewarên pîroz li Qudsê bi taybet Mizgefta Eqsayê red kir û ev mizgeft wek ciheî pîrzo ji bo misilmanan da zanînê.

UNESCO`yê roja 2ê Gulana îsal jî bi pesendkirina biryarnameyekê, Rêjîma Siyonîst bi sûcê binpêkirina pîvankên navneteweyî li Bêyt ul Muqedesê û Zîvala Xezeyê tawanbar kir û Israîl wek “Hêza Dagirker” da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu