NûçeRojhilatanavinYemen

Artêşa Yemenê 2 keştiyên keşfê yên Amerîkayê kirin hedef

Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Yemenê ragihand ku şeva Sêşemê 2 keşeyên keşfê yên Amerîkî li Deryaya Sor hatine armanckirin.

Yehya Serî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir: “Li hember êrîşên Amerîka û Îngîlîstanê yên li Yemenê, artêşa me ya xîretkar ji bo piştgirîya zilma li ser gelê Filistînê li deryaya Sor du keşeyên îmhayê yên Amerîkî hedef girtin.”

Serî got: Di vê operasyonê de mûşekên deryayî û firokeyên bê firokevan hatin bikaranîn. Heta şerê li Xezeyê raweste û dorpêça li ser vê xetê rabe em ê operasyonên xwe bidomînin.

Ji aliyeke din ve, Berxwedana Îslamî ya Iraqê sibeha roja Çarşemê ragihand ku santrala elektrîkê ya firokxaneya Heyfa li Filistîna dagîrkirî kiriye armanc.

Başa dön tuşu