IraqNûçeRojhilatanavin

Adil Ebdulmehdî û Mesûd Barzanî îro biaxive

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî sefera serokomarê vî welatî bo welatên navçê bi feyde û serkevtî da zanîn û li vî halî de sefera serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî bo Bexdayê jî pêngaveke erênî nirxand û diyar kir ku wê îro pê re biaxive.

Li gor nûçeya Sûmeriya Newsê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî duh êvarê li press konferansekê li Bexdayê sefera vê dawiyê ya serokomarê vî welatî Berhem Salih bo welatên navçê bi feyde û serkevtî da zanîn û got: Ev sefera ji hêla aborî û ewlekariyê ji Iraqê re pir bi feyde û serkevtî bû.

Serokwezîrê Iraqê derheq sefera serokê PDKê Mesûd Barzanî bo Bexdayê ew wek pêngaveke erênî nirxand û got ku wê îro pê re hevdîtinê pêk bîne û hikûmeta fedral derheq vê seferê pir geşbîn e.

Ebdulmehdî herwiha derheq rewşa ewlehiya Iraqê jî got: DAIŞ hîn jî kiryarên xwe yên terorîstî ji riya tîmên veşartî berdewam dike û operasiyonên hêzên iraqî ji bo tunekirina tam a vê koma terorîstî berdewam dikin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Hikûmeta Iraqê heya du hefteyên din wê pêşnûmaya xebata li dij gendeliyê raberî parlemanê bike.

Wî li ser kirîn û firotina postên hikûmetî jî got: Heke hikûmet li vê barê de agahiyên rast bi dest bêxe, dereqa çend saetan li hemberî vê kiryarê gavên pêwîst davêje.

Başa dön tuşu