IraqNûçeRojhilatanavin

Adil Evdilmehdî: Ez parlimanteran ji bo postên wezaretî nadim nasandinê

Adil Evdilmehdî serokwezîrê nû yê Iraqê ku ji hêla Berhem Salih serokomarê nû yê vî welatî ve ji bo pêkanîna kabînê hatîye erkdarkirinê, şeva buhurî ragihand ku hîç parlimanterekî ji bo postên wezaretî nade nasandinê.

Adil Evdilmehdî bi gotina vê yekê ku plana dewletê ji bo pêkanîna kabînê pişkdarîya komên sîyasî ji bo nasandina kesayetîyên kêrhatî ye, ragihand: Endamên kabîna nû wê bi awayekî kontrolkirî û bêyî qebûlkirina zexta ji derve bên bijartinê.

Parlimana Iraqê sêşemê şevê bi 219 dengan Berhem Salih berbijarê YNK wekî serokomarê nû yê vî welatî bijart.

Berhem Salih serokomarê nû yê Iraqê, Adil Evdilmehdî berbijarê ku hevalbendîyên hilbijartinê yên Saêrûn û Al Fatih pişta wî digirin bi awayekî fermî ji bo pêkanîna kabîna nû erkdar kir

Başa dön tuşu