IraqNûçeRojhilatanavin

Âdil Evdilmehdi: Ti baregeheke leşkerî ya Amerîkayê yan bîyanî li Iraqê tineye

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Ti baregeheke leşkerî ya Amerîkayê yan bîyanî li Iraqê tineye û hemî baregehên Iraqê ne.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî li civîna rojnamevanîyê ya li Bexdayê wekî berteka li hemberî meseleyên ku têkildarî seredana bidizî ve û çendsiete ya Serokomarê Amerîkayê Donald Trump bo Iraqê hatine hilêxistinê got: Baregeha hewayî ya Eyn ul Esedê li rojavaya vî welatî baregeheke sedîsed iraqî ye.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Amerîkayê ti baregehek li Iraqê tineye û hemî baregehên leşkerî yên Iraqê ne ku helbet li pişkeke hinek ji wan baregehana hêzên amerîkî û neamerîkî jî hene.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump çarşemê şevê nişkêve gihîşt baregeha leşkerî ya Eyn ul Esedê li rojavaya Iraqê û digel leşkerên amerîkî hevdîtin pêk anî.

Başa dön tuşu