AborîEwropaNûçe

Agahiyên 500 milyon bikarhênerên Yahoo`yê hatin dizîn

Derket holê ku yek ji dêwê teknolojiya Amerîkayê Yahoo di sala 2014`an de rastî êrîşeke sayberî bûye û agahiyên 500 milyon bikahênerên wê hatine dizîn.

 Di daxuyaniya Yahoo`yê de hat diyarkirin ku êrîşa sayberî a ku li dijî navenda daneyan (zanyarî) pêk hatiye.

Di nava wan agahiyên ku ji aliyê korsanên kompîturan ve hatine bidestxistin nav, nav, E-Mail, hejmara telefonê, dîroka jidêbûnê, şîfre, pirsa ewlekariyê û bersiva wê ya bikarhêneran hene.

Hat diyarkirin ku ev êrîşa sayberî dibe ku bi ‘piştgiriya dewletê’ hatibe kirin û pêşniyar kirin ku bikarhênerên ku ji sala 2014`an û vir ve şîfreyên xwe nû nekirine, bila nû bikin.

Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku di tora şîrketê de şopa wan korsanên kompîturan nayê dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu