IraqNûçeRojhilatanavin

Agahîyên herî dawîyê têkildarî erdhejê li Iraqê

Navenda Erdhejnigarîyê ya Iraqê ragihand ku navenda erdheja şeva buhurî, 20 kîlomêtrîya bajarê Xaneqînê li parêzgeha Dîyalê li rojhilata Iraqê bûye.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Navenda Erdhejnigarîyê ya Iraqê ragihand ku erdhej bi qasî 4 deqîqeyan bi giranîya zêde ji 7 Rîştêrî qewimîye ku Bexda 39 çirkeyan hejîyaye û pirranîya xisarê li gundên bajarên Silêmanîye, Helbçe û Xaneqînê pêk hatîye.

Tê gotin li hin deverên Mûsil û Silêmanîyê giranîya erdhejê zêdetir ji 4 Rîştêran bûye û şarezayên bûyerên xwezayî têkildarî paşhejînan hişyarîyê didin.

Di vî halî de, parêzgarîya Silêmanîya Iraqê bi hegera xisara ku li vê parêzgehê ketîye, îro wek roja betlaneya giştî li Silêmanîye û Helebçê ragihand û pêgirî kir ku betlaneya hatîye ragihandinê dezgehên ewlehî û dermankirinê nagire ber xwe.

Herêma Kurdistana Iraqê jî bi daxûyanîyekê hemî dezgehên vê Herêmê xistin rewşa amadebûnê û ji personelên navendên dermankirinê xwest ku ji bo alkarîya birîndar û mexdûrên erdhejê bizvirin ser karê xwe.

Li gorî agahîyên herî dawîyê ku rayedarên iraqî weşandine, di encama erdheja şeva buhurî li Iraqê de heta vê gavê 6 kesî canê xwe ji dest dane û 150 kes jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu