NûçeRojhilatanavinSûriye

Agir bi ceh û genimê 10 gundên Kobanê ket

Li Kobanê di du rojên bûrî de agir bi rûbereke fereh a genim û daneyên 10 gundan ket û nêzîkî 700 Hiktar zeviyên xelkê şewitînin. Cotkarên Kobanê gilî û gazindan dikin ku patozên deverê berê xwe dane herêma Cizîrê û çinîna ceh û genimên wan dereng xistine, niha jî berhemên jî şewtîne.

Cotkarê Kobanî Bavê Xelîl got: “6 şimilên min şewitîn. Heger patoz hebana ev yek nedibû û min ê rizqê xwe top bikira. Patoz tune ne û çinîn buha kirine û hemû çûne Cizîrê. Ev sûcê partî (PYD) ye, heger partî çareyek li wan bikira, dê hin patoz li cem me bihîştana û genimê me jî biçiniya. Ez deyndar im, min li vê berhemê dinêrî, lê ew çû.”

Desteya Aborî ya Kobanê ji aliyê xwe ve dide zanîn, ew nikarin xwediyên patozan kontrol bikin û ew bangê li wan dikin ku vegerin herîmê û li gel xelkên xwe bisekinin.

Başa dön tuşu