NûçeCîhanEwropaRojhilatanavinSûriye

800 terorîstên sûrî ji bo şerê li dijî Rûsyayê şandin Ukraynayê

Çavkaniyên xwecihî li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê ragihandin ku 800 terorîst di nav wan de endamên DAIŞê jî hene ji bo şerê li dijî artêşa Rûsyayê ber bi Ukraynayê ve hatine şandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, çavkaniyên xwecihî li parêzgeha Idlibê li bakûrê rojavaya Sûriyê duh ragihandin ku ev terorîst di du hefteyên dawî de hatine şandin.

Li gorî nûçeyê, têrorîst bi grûpên biçûk pêşiyê bo kampên “El Cîhad” û “El Beşîr” li bakurê bajarê “Sermada” hatin veguhestin û ji wir jî bi şev derbasî Tirkiyê bûn.

Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku piraniya wan 800 çekdarî welatiyên Sûriyê ne.

Di tîrmeha borî de balyozê Sûriyê li Rûsyayê Riyad Heddad ji ajansa TASS re gotibû ku welatên rojava û Tirkiyê endamên rêxistina terorîst a DAIŞê şandine Ukraynayê.

Başa dön tuşu