NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa ser gemiya şêr a Îmaretên Yegirtî yên Erebî li başûra rojava Yemenê

Çavkaniyên leşkerî yên Yemenê ragihandin ku bi mûşekekê êrişî ser gemiya şêr a Îmaretên Yegirtî yên Erebî li başûra rojava Yemenê bûye.

Malpera El-Mesîre ya Yemenê ji zarê çavkaniyên leşkerî li vî welatî ragihand ku Hêzên artêş û ên gelanî yên Yemenê paporeke şêr a Îmaretên Yegirtî yên Erebî li behra Sor li beravên Teizê ya başûra rojavayê Yemenê kirin hedefa êrişa mûşekî.

Vê gemiya Îmaretên Yegirtî yên Erebî karê veguhetina hêzên çekdar û çek û sîlahan li Yemenê dikir. Karê din ê vê gemiya Îmaretê ku Amerîkayê ew çêkiriye pêçkirina maynan e.

Par jî yekîneya topxane û mûşekan a artêşa Yemenê gemiyeke din a şêr a  Îmaretên Yegirtî yên Erebî li nav avên Bab el Mendabê îmha kir.

Îmaretên Yegirtî yên Erebî li çarçova Hevpeymaniya Erebî ya Siûdî li dij xelkê Yemenê şer dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu