IraqNûçeRojhilatanavin

Agir bi kampa koçberan ya li nahiya Bamernê ket

Agir li kampa koçberan ya li nahiya Bamernê ya Duhokê ket, 6 malên koçberan şewitîn.

Şeva borî agir bi kampa Dawidiyê ya koçberan li nahiya Bamernê ya Duhokê ket.

Berpirsê borda karûbarên mirovî li Duhokê, Salim Seîd got, şewata ku li kampa Dawidiyê derketibû ji ber elektrîkê bû. Koçberan hîter bikar anîbûn lê agir hîterê paşê jî bi malê ketibû. Agirê wê malê peşkiyabû çend malên din jî.

Salim Seîd her wiha got, di wê bûyerê de 6 kabînêtên koçberan şewitîn. Lê tiştek bi kesî nehatiye.

Seîd da zanîn, dê cardin pêdiviyên wan 6 malbatên ku tiştên wan şewitîne, dabîn bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu