AsyaCîhanNûçe

Agir bi navenda tedawiyê ket: 30 mirî

Li Azerbeycanê, li payîtext Bakuyê agir bi Navenda Tedawiyê ya Nexweşên ku maddeyên hişbir bikartînin ket û di encamê de 30 kes mirin.

Li gor ragihandina wezareta rewşa Awarte ya Azerbeycanê, li navçeya Hatayî, vê sibê agir bi navendê ket. Gelek tîmên agirkujiyê û yên rizgarkirinê hatin sewqkirin bo navendê û agir hat vemirandin. Li gor agahiyan 30 kes jiyana xwe ji dest dan, 34 kes hatin rizgarkirin û 3 kes ji wan birin bo nexweşxaneyên der û dor.

Li gor tesbîta desta yekem, agir ji ariza elektrîkê derketiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu