ÎranNûçeRojhilatanavin

Agir bi Sûka Tebrîzê ya dîrokî ket, UNESCOyê di sala 2010an da sûk kiribû Lîsteya Mîrata Dinyayê

Li Tebrîza bajarê Îranê agir bi Sûka Tebrîzê ya dîrokî ket û tê da 27 kes birîndar bûn, ji 100î zêdetir mixazeyan zirar dît.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Serokê Alîkariya Acil a Fakulteya Tibê ya Tebrîzê Ferzad Rehmanî diyar kir ku bi şev agir bi Sûka Tebrîzê ket û di şewatê da 19 jê îtfayekar 29 kes birîndar bûn.

Midûrê Danedanka Mîrata Dinyayê ya Tebrîzê Huseyîn Îsmaîlî Sengerî jî diyar kir ku li gor saeta herêmî dora 22.00î agir bi sûkê ket û piştî 8 saetan hat temirandin.

Sengerî got ku di şewatê da ji 100î zêdetir mixazeyan zirar dît.

Sûka Tebrîzê nêzî 10 qirn berê hatiye çêkirin û li dinyayê weke sûka sergirtî ya herî mezin tê zanîn. Tê da 5 hezar û 500 dikan hene. UNESCOyê di sala 2010an da sûk kiribû Lîsteya Mîrata Dinyayê.

Başa dön tuşu