CîhanNûçe

Nêzî 100 kes ji ber fûrîna volkanê li Guwatmalayê hatine kuştin

Hejmara kuştiyên fûrîna volkana li Guwatmalayê, gihîşte nêzî 100 kesan.

Li gorî rapora Reuters`ê, çavkaniyên fermî yên li Guwatmalayê ragihandin: Hejmara goriyên fûrîna volkana li çiyayê Foêgoyê li başûrê vî welatî gihîşte 99 kesî.

Eva li halekî ye ku rayedarên Guwatmalayê. sêşemiyê bi şev ragihandin ku 75 kesan canê xwe ji dest dane û 192 kes jî bêserûşûn in.

Rayedarên Guwatmalayê hişyarî dane ku teqîneka din li çiyayê Foêgoyê qewimiye û nîşanên fûrîneka din a volkanê tên dîtin.

Li gorî ragihandina rayedarên Guwatmalayê, volkana Foêgoyê li 35 kîlometriya başûrê rojhilata Guwatmala Sîtiyê paytexta Guwatmalayê, bû sedema betalbûna geştên balafirgeha navneteweyî û derketina bi hezaran kesan ji vê navçeyê û jiyana nêzî 1 mîlyon û 700 hezar kesî bi awayên curbicur ketiye bin bandora vê volkanê.

Volkana Foêgoyê ku ketiye navbera sê parêzgehên Skoêîntêla, başûrê Guwatmala, Çîmaltênango li başûrê vî welatî û Sakatpêkêz li başûrê rojavayê, di Çileya sala 2018`an de jî fûrîyabû.

Başa dön tuşu