AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî hişyarî da Tirkiyê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bombebarana Şingalê ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê bi tundî şermezar kir û hişyarî da Tirkiyê, ku êrişên wisa dubare neke.

Civata Wezîran a Iraqê êvariya îro sêşemî bi serpireştiya Serokwezîr Heyder Ebadî civiya. Pişît civînê, Heyder Ebadî konfranseke rojnamevanî li dar xist û têde derbarê bombebarankirina Şingalê de helwesta hikûmeta xwe nîşan da.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di bersiva pirsyareke Peyamnêrê Rûdawê de, li ser bombebarana Çiyayê Şingalê ji aliyê firokeyên cengî yên Tirkiyê ve axivî û ev êriş bi tundî şermezar kir.

Heyder Ebadî li ser bombebarankirina Şingalê hişyarî da Tirkiyê û got, divê Tirkiye êrişên wisa cardin dubare neke.

Ebadî herwiha êrişa esmanî ya Tirkiyê bo ser Şingalê weke binpêkirina serweriya axa Iraqê bi nav kir û da zanîn: “Nabe Tirkiye serweriya Iraqê binpê bike.”

Di bersiva pirsyareke din a peyamnêrê Rûdawê ya têkildarî referanduma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê de jî, Ebadî da xuyakirin, “eger her referandumek were kirin, divê bi biryara hikûmeta federalî be.”

Ebadî tekez kir, ku cudabûn di berjewendiya Kurdan de nîne.

Serokwezîrê Iraqê derbarê DAIŞê û têkoşîna li dijî vê rêxistinê de jî axivî û destnîşan kir, ji nav birina DAIŞê li Iraqê pêwîstî bi 3 mehên din heye.

Derbarê hebûna leşkerên biyanî yên li ser axa Iraqê de ku şerê DAIŞê jî bikin, Heyder Ebadî diyar kir, ku ti serbazekî biyanî li ser xaka Iraqê nînin ku şerê DAIŞê bikin.

Her di vê konfransa rojnamevanî de, Ebadî got: “Rûbirûbûna gendeliyê, kêmkirina xerciyan û bihêzkirina pêwendiyên navdewletî ji bo derbaskirina vê rewşa zehmet a aboriyê li Iraqê alîkar bûne. Banka Navdewletî jî piştgirî li vê plana reformê dike ku hikûmeta Iraqê cîbicî dike.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu