NûçeRojhilatanavinSûriye

Agirberdana malên welatiyên sûrî ji aliyê grûpên çekdar

Grûpên çekdar û terorîstî jibo cebirandina işkesta xwe li hember artêşa Sûriyê, agir berdane hejmarek ji malên welatiyên sûrî li bajaroka Eyn El-Fîcê ya Şamê.

 li gorî rapora IRNAyê, medya sûrî roja çarşemiyê ragihand ev kiryara grûpên çekdar û terorîstî hevgavê pêşdeçûna artêşa Sûriyê nav bajaroka Eyn El-Fîcê cih hatiye.

Artêşa Sûriyê li rojên buhurî piştî azadkirina  çend bajarokên li derdora Şamê,  xwe gihandiye  bajaroka  Eyn El-Fîcê.

Pêştir berpirsên  sûrî tev mirovên çekdar li 13 Çilla îsal jibo temîrkirina teşkîlata  kaniyava Fîcê û giahndina avê bo şamê li hev kiribûn.

Li gor vê hevhatinê, biryar bû kesên çakdar ku dixwezin li navçê bimînin, çekên xwe radest bikin û terorîstên ku naxwazin xwe teslîm bikin bên guhestin bo parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê.

Terorîstên ser bi bereya El-Nusre li Wadî Berdiyê ji 24 Kanûna 2016an ve ava vexwerinê ya bajarê şamê paytexta Sûriyê ji kaniyava  Eyn Fîcê qut kirine.

Di eynî demê de  televîzyoan  El-Exbariyê ya Sûriyê ragihand grûpa terorîstî ay DAIŞê,  dest bi derxistina  welatiyên sûrî ji navçên  bin dagirkeriya xwe li bajarê Deyr Zûrê destpê kiriye.

Grûpa terorîstî ya DAIŞê vê dawiyê êrişeke  bêmînak û giştalî ser bajarê Deyr Zûrê destpê kir lê heya niha  rastî berxwedana  hêzên artêşa Sûriyê hatiye.

Bajarê Deyr Zûrê ji sala 2014an  di kontrola terorîstên DAIŞê de ye û giahndina alîkariyê bo xelkê vî bajarî tenê ji riya  jordexistina bi balefirê cih  tê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu