NûçeRojhilatanavinSûriye

Agirbesa yekalî ya Sûriyê li rîfa Şam û Idlibê

Çavkaniyên sûrî qala ragihandina agirbesa yekalî ya dewleta Sûriyê li dorhêla Idlibê li bakûrê rojava û rîfa Şamê li başûrê vî welatî kirin.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya Al ALAM`ê, ev agirbesa li bajarokên Keferya û El Fewye li derdora Idlibê û El Zêbdanî û Mezayayê li rîfa Şamê hatiye ragihandin.

Du bajarokên Keferya û El Fewyeyê zêde ji du salan e ku ji aliyê endamên çekdar û terorîst ve dorpêç bûye û di mideha heftiya buhurî de terorîstan zêde ji 60 mûşek û rokêtan ber bi wan ve avêtine.

Herwiha koma terorîst a Cibhetunnusrê (Feth El Şam) bi dû wendabûna hejmareka zav a endam û serkirdeyên xwe li rojhilata Helebê, gef xwer ku her kesekî çekdar ku bixweze xwe radestî artêşa Sûriyê ya Helebê bike, wê îdam bibe.

Sky News`ê jî ragihand ku balafirên cengî yên hevalbendiya amerîkî bi êrişa ser kerwana tankêrên niftê yên DAIŞ`ê, 168 niftkêşên vê koma terorîst teqandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu