FilistînNûçeRojhilatanavin

Agirpêketina berfireh li bajarokên Siyonîst ên li rex Gazê

Li dû mukurhatina Rejîma Îsraîlê ya li bara nekarabûna bona kontrolkirina bafirokên agirdar, mêdyayên vê rejîmê ragihandin ku li bajarokên Siyonîstnişîn ên derdora Gazê li dû êrişa filistîniyan bi van bafirokan, heft agirpêketin qewimîne.

Şandina bafirokên biagir ber bi Erdên Dagîrbûyî ve ji destpêka xwenîşandana Vegerê li Zîvala Gazê li 30`ê Adarê, bûye yek ji şêwazên têkoşîn û berxwedanê yên filistîniyan û heya niha filistînî bi vê rêyê xisarên giran li zewiyên dagîrkerên Siyonîst xistin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Ajansa nûçeyan a Qudsê (Qudsena), Rêxistina Çavkaniyên Xwezayî û Parkên Rejîma Siyonîst, ragihand: Avêtina bafirokên biagir ji aliyê filistîniyan ve heya niha bûye sedema agirpêketina li 2000 hiktaran (ixtar) ji erdên bajarokên Siyonîst ên derdora Gazê ku ev asta sedî 14`ê gişt çavkaniyên xwezayî yên vê navçeyê digire ber xwe.

Rêxistina Çavkaniyên Xwezayî ya Rejîma Siyonîst ragihand: Xisarên pereyî yên vê agirpêketinê jî digihîjin zêde ji 15 mîlyon Şêkilî (Nêzî 5 mîlyon dolaran) û bandor û dûhatên van agirpêketinan pirr berfireh in heta vê astê ku şûnên wê heya bi salan dimînin.

Başa dön tuşu