EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA): Nameya fermî ya Îranê wergirtiye û ji bernameya Têhranê ji bo berhemanîna xwareka santrîfiyojan agah bûye

Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) ragihand ku haya wê ji bernameya Îranê ji bo berhemanîna xwareka Santrîfiyojan heye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) roja Sêşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Nameya fermî ya Îranê wergirtiye û ji bernameya Têhranê ji bo berhemanîna xwareka santrîfiyojan agah bûye.

Li gorî vê daxûyaniyê, ev name roja Duşemiyê, 4ê Hezîranê gihîştiye ber destê rayedarên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) û têda amaje bi demajoya biryardayî ya Têhranê ji bo berhemanîna Santrîfiyojan “Ûraniyom” hatiye kirin.

Maya Kasiyançîç, Berdevka Fêfêrîka Mogirîniya Berpirsa Sioyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewopayê got ku bernameya ragihndî ya Îranê binpêkirina Lihevkirinameya Atomî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê nine.

Berdevka Fêfêrîka Mogirîniya Berpirsa Sioyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewopayê her wiha got: Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê (IAEA) li ser cihanîna van sozan çavdêriyê dike û heta niha li 11 raporên li pey hevdu sozdariya îranê derheqê Lihevkirina Atomî piştrast kiriye.

Serokê Saziya Enêrjiya Atomê ya Komara Îslamî ya Îranê, Elî Ekber Salihî bal kişande ser gotinên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li bara dabînkirina lezgîn a pêdivî û amadetiyên pêwîst ji bo gihîştiana bo sta 190 hezar SWU’yan û got: Binavahiyên elektrîkî yên Netenzê li navenda Îranê ji bo çend hezar SWU’yan her wiha yekîneya tevlihevker a vê karistanê bo çalakiyê amade ne.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî berêvara Duşemiyê li Rêûrisma bîst û nehemîn salvegera Koça Dawî ya hezretê Îmam Xumêynî (RE), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, ji aziya Enêrjiya Atomî ya Îranê xwest ku “Bilez pêdiwî û amadetiyên pêwsîst ji bo bidestxistina 190 hezar SWU’yan li çarçova Lihevkirina Atomî ya di navebra Îranê û Koma 5+1’ê nasyar bi “Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar” dabîn bike”.

Başa dön tuşu