CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Meşqa hevopar a deryayî ya Îran û Çînê

Hêza deryayî ya artêşa Îranê û hêza deryayî ya artêşa Çînê, wê sibê yekşemiyê li avên tevgava Hurmizê û deryaya Uman li başûrê Îranê, meşqa hevpar li dar xînin.

Li gorî rapor ajansa nûçeyan a Komara îslamî (IRNA), meşqa hevpar a gemiyên cengê yên Îran û Çînê, wê li avên dorhêla rojhilat a Tengava Hurmizê heya bakûrê pehnava Hindê, bi rêve here.

Armanca birêvebirina vê meşqa hevpar a leşkerî, danûstandina tecrubeyan di navbera hêzên deryayî yên artêşên Îran û Çînê û dabînkirina ewlehî û parastina avên dorhêla pehnava Hindê hatiye ragihandin.

Kompapora hêza deyayî ya artêşa Çînê ku ji du navşiken, gemiyeka piştevaniyê û helekopterekê pêk hatiye, roja pêncşemiyê gihîşt navçeya yekem a hêza deryayî ya artêşa Îranê li Benderebasê.

Eva cara duyem e ku kompapora Çînê li Benderebasê disekine. Berî niha di Îlona 2014`an da, kompapora 17`an a hêza deryayî ya Çînê, xwe gîhandibû Benderebasê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu