CîhanEwropaNûçe

Ala Amerîkayê li ber Koşka sipî hate şewitandinê

Hejmarek nerazîyên amerîkî berî axavtina Serokomarê vî welatî ya bi boneya Salroja Serxwebûna Amerîkayê li ber Qesra Sipî agir berdan ala welatê xwe.

Ligorî rapora Kanala Fox News`ê, berî axavtina Serokomarê Amerîkayê DOnald Trump di roja Serxwebûna vî welatî de, di navbera yar û neyarên wî da pevçûn derket.

Ligorî vê raporê, hin nerazîyan bi durişma “Amerîka hîç demekê mezin nebûye“ ala Amerîkayê şewitandin.

Komeke neyarên Trump jî bi durişman nerazîbûna xwe himberî Serokomarê Amerîkayê û şêrr nîşan dan.

Polîsên Amerîkayê sê xwenîşander girtin.

Merasima ku Trump ferman abû bi boneya rêzgirtina li Roja Serxwebûna Amerîkayê (4`ê Tîrmehê) were lidarxistinê, pêrgî rexneyên berfire yên amerîkîyan bibû.

NBC NEWS, ABC NEWs, SBC NEWS û MSNBC`yê ragihandibûn ku axavtina Trump di merasima Roja Serxwebûnê da belav nakin.

Başa dön tuşu