NûçeRojhilatanavinSûriye

Ala Tirkiyê li ser avahiyên dewletê li bajarê Cerablosa Sûriyê hat bilindkirin

Piştî destdirêjiya hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên nêzikî wî li ser bajarê sînorî yê Cerablosê li bakûrê Sûriyê, niha visa dixûye ku ev bajara di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye; Çimku alên sor ên vî welatî li ser avahî û navendên dewletê li vî bajarî hatine daliqandin.

Li gorî rapora îro ya IRIB News`ê, beşa farsî ya malpera kanala têlêvîziyoniya El-Alemê nivîsî: Van rojan li nav torên civakî hin wêne ji hindirê bajarê Cerablosa bakûrê Sûriyê belav dibin ku nîşan didin ala Tirkiyê li banê nexweşxaneya Cerablosê hatîye daliqandin û li ser tabloya vê nexweşxaneyê jî bi tirkî hatiye nivîsîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu