CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Alaa Salah: Şoreşa me dewam dike

Ew jina Sudanî Alaa Salah ku bûye sembola serhildanên girseyî yên nerazîbûnê, îro Çarşemê 24.04. 2019an got ku şoreşa wan hîn neqedîye û divê hemî rejîma zordar û kujer bi tevahî were jêbirin.

Salah di hevpeyvîneke taybet de ji Reutersê re got ku gêrkirina serokê berê Omer Beşîr ne bes e û divê hemî paşmayîyên rejîma wî ya zordar ji tune bin.

Salah wiha gotiye: “Daxwazên me ew e ku rejîma gênî û dizek ji kokê were tune kirin. Wê rejîmê Sudan wêran kir. Bertîl û pere xwarin li her derê ye. Ew rejîm mêrkuj û talanker e.”

Başa dön tuşu