IraqNûçeRojhilatanavin

Alaya herî mezin a Iraqê li nav Mûsilê hate rakirin

Hêzên eskerî yên Iraqê alaya herî mezin a vî welatî bi hizûra gelek ji qumandên eskerî û xelkê Mûsilê li hemberî zanîngeha Mûsilê li pişka rojhilatî ya vî bajarî rakirin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê û qumandê giştî yê hêzên vî welatî sêşemiya bihurî bi fermî azadkirina pişka rojhilata bajarê Mûsilê ragihand û ji îmzabûna 27 projên avedankirinê li navçên azadbûyî yên Mûsilê xeber da.

Erkantiya operasiyona “Nêynewa em tên“ li daxûyaniyekê herwisa ji peydabûna kargeheke herî mezin a bombeçêkirinê li navça El-Melayîn li aliyê bakûra pişka rojhilatî ya bajarê Mûsilê xeber da.

Li vê kargehê gullên hawanê yên 180 mîlîmitrî, kepsûlên gazê, pakitên teqandinî, komir, kûda kîmyayî, ferayên taybetî çêkirina madeyên teqemeniyê hatine kifşkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu