NûçeRojhilatanavinSûriye

Alaya Sûrîyê careka din li Kempa Yermûkê hat bilindkirinê

Piştî derxistina komên têrorîst ji wan DAIŞ`ê, alaya Sûrîyê li banê yek ji avahîyên Kempa Awareyên Filistînî, Yermûkê li başûra Şamê hat bilindkirin.

Li gorî rapora televîzyona Al Akhbariyê, bi dû serketinên artêşa Sûrîyê, alaya vî welatî li banê avahîya dadgeha Kempa Yermûkê li başûra Şamê hat bilindkirinê.

Li gorî vê raporê, wek encama destkevtên artêşa Sûrîyê û azadkirina vê herêmê ji lepên têrorîstan û teslîmbûna wan, alaya Sûrîyê li banê dadgeha Kempa Yermûkê ku têrorîstan xwe ra kiribûn meqera opêrasyona berfire, hat bilindkirin.

Başa dön tuşu