ErebîstanFilistînNûçeRojhilatanavin

Alê Siûd alîkariyên xwe ji bo teşkîlata xweîdarekera Filistînê qut kirin

Alê Siûd ku van rojana bi xwe di nav kirîza abûrî da xeniqiye, alîkariyên xwe ji bo teşkîlata xweîdareker a Filistînê birrîn.

Li gor rapora ajansa filistînî ya Sema`yê, navenda siyonîstî ya “WALLA“ ji zarê karbidestên derecebilind ên teşkîlata xweîdareker a Filistînê nivîsî: Erebistanê ji 6 mehan berî niha va alîkariyên xwe yên 20 milyon dolarî ji bo vê teşkîlatî qut kirine û ragihandiye ku hegera vê biryarê jî hebûna kirîza abûrî li nav Erebistanê bixwe ye.

Rewşa aloz a abûrîya Erebistanê ji ber biryar û siyasetên nebaş ên Riyazê û hindek ji welatên niftfiroş yên ereb ên navçê çê bûye ku li kutahiya sala 2014`an bihaya cîhanî ya niftê kêm kirin û bihaya her bermîleke niftê ji 100 dolarî daxistin kêmtir ji 40 dolaran.

Piştî işkesta siyasetên Riyazê û Waşîngtonê li navça Rojhilata Navînê bitaybet li welatên wek Iraq, Sûriye û Yemenê, Amerîka û Erebistanê pê kêmkirina bihaya cîhanî ya niftê dil hebûn ku derbê li Îran, Rûsiya û Iraqê xînin lê vê pîlanê pêsîra wan bixwe girtîye û niha ev welatana û bitaybet Erebistan ji hemû welatan pirtir ketine ber dûhatên vê pîlanê.

Her çend teşkîlata xweîdarekera Filistînê dixwaze ku Riyaz bersiveke mentiqî û beraqil li bara qutbûna alîkariyên Erebistanê bo vê teşkîlatê bide lê Erebistan qet bersiva vê xwesteka gelê Filistînê nade.

Qer û deynên berfireh ên Erebistanê van rojana bûne sebeb ku nerezamendiya giştî li nav vî welatî berfiretir bibe, ji ber ku Erebistan dirav û daratiya vî welatî bo kuştina xelkê bêguneh ê Yemenê terxan dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu