ÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarê beşa pêşxistinê ya Sazîya Pêşxistina Ticareta Îranê ragihand ku bi pişkdarîya beşa sivîl, navendên ticarî yên Komara Islamî ya Îranê yê li 6 welatên navçê bên damezirandinê

Mihemedriza Modûdî, alîkarê beşa pêşxistinê ya Sazîya Pêşxistina Ticareta Îranêîro li nehemîn civîna desteya serokatîya komsyona ticareta odeya bazirganîyê ya Isfehanê got: Navendên hanê yê li Çîn, Iraq, Efganistan, Libnan yan Sûrîye, Rûsîye û Komara Azerbaycanê bên vekirinê.

Wî bal kişand ser vê yekê ku yekemîn navenda ticarî ya Komara Islamî ya Îranê yê li Şanghayê bi sermayedanîna kompanîyeke çînî were damezirandinê, ragihand ku odeyên bazirganîyê dikarin bi naskirina şîrketên aborîyê yên kara, zemîneya nasandina berhemên şîrketên îranî li Çînê pêk bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu