Serdar sertîp pasdar, seyd Mesûd Cezayirî alîkarê çandî û propagendeyê yê berevaniyê ya erkantiya giştî ya hêzên çekdarên Îranê got : Komara Îslamî ya Îranê tu riyek xêncî xurtkirina bingeha xwe ya berevaniyê tine û ev yeka divê ji aliyê yeko yekoyê gel û berpirsan va cih were.
Serdar Cezayirî li bara rewşa vê dawiyê ya sîstemên berevanî û mûşekî ya Îranê jî got : Hêzên çekdar li çarçêva tedbîr û doktorînên diyarbûyî li gor hêza navxweyî, bernamên berervaniyê û jordebirina ewlehiya Îranê bi pêşde diçin.
Alîkarê çandî û teblîxata berevaniyê yê erkantiay giştî ya hêzên çekdar ên Îranê tekez kir, tu peywendiyek navbera rêketinama navokî û karûbarên berevaniyê yê Îranê tine û mesela berevaniyê li muzakiran tu cih û şûneke xwe tinen.
Di eynî demê de serdar sertîp pasdar Remezan Şerîf berdevkê sipahê pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê got:, berfirehkirina hêz û qaweta berevaniya mûşekî ya Îranê roleke giring li bêencamkirina komployên dijminan hebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)