ÎranNûçeRojhilatanavin

Textrewançî: Derfeta Ewropayê derbarê Rêketinama Atomî de dayimî nine

Alîkarê sîyasî yê nivîsgeha serokê Komara Islamî ya Îranê got: Derfeta Ewropayê ji bo cihanîna erkên xwe yên di çarçova Rêketinama Atomî de ne dayimî ye.

Mecîd Textrewançî di civîna “hevkarîyên Ewropa, Îran û pêşeroja Rêketinama Atomî“ li Birûksêlê de bal kişand ser pêngavên Komara Islamî ya Îranê, helwesta berpirsane ya Têhranê û bawerîya Îranê di 15 salên buhurî di warê bernama navokî de û got ku berdewamîya her lihevkirineke navnetewî dê hewcedarê cihanîna sozan ji hêla gişk alîyan be.

Alîkarê sîyasî yê nivîsgeha serokê Komara Islamî ya Îranê kiryara derveyî detûrê û neberpirsane ya dewleta Amerîkayê ya vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê rexne kir û got: Civaka cîhanî nabe li hemberî kiryara bitehlûke ya Amerîkayê bêdeng be.

Textrewançî bal kişand ser hewildanên Îranê ji bo dabînkirina istiqrarê li Rojhilata Navînê û parastina serwerîya qanûnê li peywendîyên di navbera dewletan de û xwest ku welatên ewropî sozên xwe di çarçova Rêketinama Atomî de cih bînin.

Başa dön tuşu