ÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarê serokê Komara Islamî ya Îranê li ser dewama çêkirina alavên berevanîyê jibo sekinîna li hemberî liv û tevgerên muhtemel ên dijminan sekinî

Îshaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê, îro li merasima kutabûna Yekemîn Xelata Fidakarî û Mêdyayê li Têhranê got, bêguman gelê Îranê bi tecrubeya xwe ya serdema şerê sepandî yê rêjîma Beis a Iraqê ser Îranê da (dewrana berevanîya pîroz), yê jibo parastina welêt li hemberî gefên dijminan çêkirina alavên berevanîyê bidomîne.

Cehangîrî bibîr xist ku di serdema berevanîya pîroz da carina Têhran û deverên din ên welêt diketin bin êrişa bi mûşekan û sîlehên modêrn ku ziêhêzan didan ber destê rêjîma Beisê û got: Roja îro gelê Îranê dixwaze jibo parastina xwe û girtina pêşîya êrişa dijminan mûşekan û alavên xweparastinê saz bike, niha welatên ku dijmin bi mûşekan û alavên din teyar dikirin, Îranê bi heceta çêkirina mûşekan boykot dikin.

Alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha serdema berevanîya pîroz sembola fidakarîya gelê mezin ê Îranê wesif kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu