ÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarê sîyasî yê fermandeyê Sipahê Pasdarên Inqilabê rayedarên Amerîkayê hişyar kirin

Alîkarê sîyasî yê fermandeyê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî wek berteka li hemberî gefên rayedarên Amerîkayê yên li dijî Îranê û got: Heke hin kes bixwazin berjewendîyên Îranê bêxin ber xeterê, Komara Islamî ya Îranê jî dê berjewendîyên wan bêxe ber xeterê.

General Yedulah Cevanî derbarê şîyana berevanîyê ya Îranê ji bo sekinîna li hemberî gefên Amerîkayê de got: Heke amerîkî bixwazin zorbêjîyê bikin, hêzên çekdar ên Îranê ji bo parastina berjewendîyên gelê Îranê dê şîyan û potansîyelên xwe bikar bînin.

General Cevanî bi gotina vîya ku cîgeha jêopoltîk a Îranê bi awayekî ye ku bêyî Komara Islamî ya Îranê dabînkirina ewlehîya rêyên deryayî yên herêmê pêkan nîne, dîyar kir: Dema welatek gefan li Îranê dike ku “heke bixwaze dikare pêşîya firotina nifta Îranê bigire“, bersiva Îranê dê giran û tepeserker be.

Alîkarê sîyasî yê fermandeyê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî herwiha got: Rastîyên dehsalîyên vê dawîyê nîşan didin ku “destwerdana bîyanîyan û kes û komên ku komên ku bi curekê ser bi komên bîyanî û welatên derveyî herêmê ne, sedemên herî girîng ên bêistiqrarîya li herêmê nemaze li Sûrîye, Pakistan, Iraq û Efganistanê ne.

Mayk Pompeo wezîrê karên derve yê Amerîkayê di roja 22`yê Tîrmehê de li koma hejmarek dijberên Komara Islamî ya Îranê, careka din Têhran dijberê welatên rojavayî zanî û got: Qesra Sipî bi hevkarîya welatên din, zext û sîyaseta girtina pêşîya firotina nifta Îranê dişopîne.

Başa dön tuşu