CîhanEfrîqaNûçe

Artêşa Somaliyê kontrola navçeya Baladuk Amin bi dest xist

Artêşa Somaliyê li hemberî rêxistina terorîst a Eş Şebabê operasyoneke mezin li dar xist û kontrola navçeya Baladuk Amin bi dest xist.

Wezîrê Enformasyon ê Somaliyê Ebdurrehman Osman di daxuyaniya xwe ya medya civakî de got: “Artêşa Somaliyê li herêma Şaballaya Jêr di operasyona dijî rêxistina terorîst a Eş Şebabê de kontrola navçeya Baladul Amin bi dest xist.”

Fermandarê artêşa Somaliyê Omar Adan Hassan jî di peyama xwe ya medya civakî de got: “Di operasyona dijî rêxistina Eş Şebabê de gelek milîtanên rêxistinê hatin kuştin û gelek milîtan jî bi saxî hatin desteserkirin.”

Omar Adan Hassan di berdewamiya peyama xwe de got: “Piştî operasyona artêşa Somaliyê terorîstên Eş Şebabê roja çarşemê paşve vekişiyan. Derbarê bûyerê de heta demeke nêzîk em ê agahiyên berfireh li raya giştî parve bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu