Huseyn Cabirî Ensarî, Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û welatên erebî, li gotûbêja telifûnî ya pêncşemê şev tev kanala yek a telivîzyona îranê destnîşan kir; Li dewra dudyan a civîna Astanê civînên cur bi cur dinavbera aliyên gotûbêjê birê ketiye û belgeya Komîta hevpare çavdêrê agirbesa nav Sûriyê jî li halê amadebûnê daye.
Huseyn Cabirî Ensarî ragihand ku Îran, Tirkiyê û Rûsiyayê li gotûbêjên Astanê gihêştine rêketinekê bona dewama agirbesa nav Sûriyê û qirare ku komîteyekî sê alî bê damezirandin.
Li civîna yekê ya Astanê paytexta Qezaqistanê li bara Sûriyê destnîşan bibû ku ev komîta pêwîste were pêkînan.
Wî got: Pêsparteya vê komîtê xîncî çavdêriya ser agirbesa nav Sûriyê, îdare kirina civîna Astanê jî heye.
Duh pênşemiyê li sêyemîn dewra muzakirên Astanê li bara Sûriyê got: Yekperçetiya erdê, parastina hakimiyeta neteweyî û mafê gelê Sûriyê jibo kivşkirina çaresenivîsa welatê xwe ji prensîpên çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê ye .
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û welatên erebî destnîşan kir: Armanca gotûbêjên Astanê hêsankirina muzakirên sûrî-sûrî jibo gihêştina bo damezrandina aşitî û ewlehiyê li Sûriyê ye û Îran , Sûriye, Rûsiye û Tirkiye wek garantîkirên van muzakiran, serketinên berbiçav jibo kontrolkirina qeyrana Sûriyê hebûne.
Cabêriyê Ensarî bal kişand ser vê yekê ku mijarên binpêkirina agirbesê li Sûriyê kêmtir bûne û bi hezaran kes ji awareyan vegeriyane bajarên cihê jiyana xwe ji wan Helebê û tekez kir: Îranê tev civaka navneteweyî kariye ku alîkariyên mirovheziyê yên bêtir bighîne destê welatiyên sûrî.
Alîkarêwezîrê karên derve yê Îranê li beşa Efrîqayê û ereban diyar kir: Hewldanên Îran, Rûisye û Tirkiyê li lidarxistina muzakirên Astanê, cihê kiryraên berê yên civaka Navneteweyî negirtiye, belkî wê dikemilîne.
Muzakirên Sûriyê li Astanê bi însiyatîva Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye ş hevkariya Tirkiyê, bi armanca damezrandina aşitiyê li Sûriyê tê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)