NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriyê li dij Amerîkayê doz vekir

Seroka parlemana Sûriyê got: Şam li dij Amerîkayê doz vekiriye ji ber ku ev welata rasterast alîkariya terorîstan dike.

Seroka Meclisa Sûriyê Hediye Xelef Ebas li gotûbêja bi IRIB newsê re bal kişande ser guhdarikirina hevpeyvînên amerîkiyan bi terorîstan re li Dêrezorê li rojhilata Sûriyê û desnîşan kir ku Şam li dij van kiryarên Waşîngtonê li cem civakên navneteweyî dozê vedike.

Seroka parlemana Sûriyê got: Amerîkî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bi awayekî rasterast nêzîkî pêgeh û çeperên artêşa Sûriyê dike da ku bi mihaneya êrişa ser vê grûpê pêgehên artêşa Sûriyê bike hedef, loma ev kiryara Amerîkayê wekî êrişa bi qesd tê hesabê ne ku şaşitiya hêzên wê.

Hediye Xelef got ku nûnerên Sûriyê li parlemanê pêwendiya rasterast a di navbera Amerîka û terorîstan bi belge ji rêxistinên navneteweyî re diyar kirine.

Seroka parlemana Sûriyê got: Artêşa Sûriyê agirbes neşkandin, lê terorîstan ji bo şopandina hedefên xwe yên kirêt bereyên nû li deverên curbicur li dij Sûriyê vekirin ku eva bi piştgiriya rasterast a Amerîka, Tirkiye, Erebistan û Qeterê cih hatiye.

Hediye Xelef got: Artêşa Sûriyê tevî ku dizanîn agirbest wek derfetek ji bo bihêzkirina terorîstan tê bikar anînê, ev agirbesta qebûl kir çûnku naxwaze xwîna xelkê were rijandin.

Seroka parlemana Sûriyê balkişand ser gotinên vê dawiyê yên rayedarên amerîkî li bara rizgarkirina terorîstan û got: Bûyer û  liv û tevgerên vê dawiyê li sînorê Filistîna dagîrbûyî û piştgirî û hevahegiya Rejîma Siyonîstî ji grûpên terorîst vê meselê îsbat dike.

Wê herwiha got: Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Binyamîn Netanyahu bi caran li nexweşxanên vê rejîmê serdana birîndarên siyonîst kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu