ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Alîkariya Tevgera Nuceba ya Iraqê bo navçên lehîlêxistî yên rojavaya Îranê

Karwanê tevgera berxwedana Îslamî ya Iraqê, dest bi raberkirina xizmetên avedankirinê û belavkirina xwarekan li nav gundiyên lehîllêxistî li rojavaya Îranê kirin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, karwanê tevgera berxwedana  Îslamî ya Nucebayê xêncî operasyona avedankirinê li çend gundan, kelûmelên pêdivî navbera xelkê lehîlêxistî yên Îranê belav kirin.

Di hemen emê de, hêzên Nucebayê bi amadebûna li Ehwazê, dest bi çêkirina  lehîbendan kirin ku pêşiya  derbasbûna avê bo nav bajêr bgirin.

Li vê operasyona avedankirinê komek ji fermande û endamên  pilebilind ên  vê tevgerê û di serî de  Hac Nesr El-Şêmrî serokê konseya cihanînê û alîkarê sekreterê giştî yê Nucebaya beşdarî kiribûn.

Piraniya komên gelanî û partiyên Iraqê li rojên  derbasbûyî li operasyona gîhandina alîkariyê bo navçên lehîlêxistî li Îranê beşdar bibûn.

Ji ber barînên bê mînak ên vê dawiyê û rabûna  lehiyê li hin navçên bakur, rojava û başûrê Îranê, xisareta aborî û canî yê zav bi cih hişt, Rêxistina  Pizîşkiya Qanûnî ya Îranê hejmara cangoriyan 76 kes raghandiye.

Başa dön tuşu