IraqNûçeRojhilatanavin

Girtina tîmeke terorîstî li Samerraya Iraqê

Hêzên ewlehiye Iraqê endamên tîmeke terorîstî ya ser bi DAIŞ`ê li bajarê Samerrayê li parêzgeha Selahedînê girtin.

Li gorî rapora Tasnim News`ê, fermandê opersyona Samerrayê, Imad El-Zehîrî roja pênşemê ragihand ku hêzên ewlehiyê li gor lêzanîn eseh, endamên grûpeke terorîst a ser bi DAIŞ`ê li bajarê Samerrayê li parzêgeha Selahedînê girtin.

Imad El-Zehîrî got ku 12 endamên ev grûpa terorîst ku navê“ Wilayeta bakurê Bexdayê“ ya DAIŞê danîbûn ser xwe, li xwe mikur hatin ku tev grûpa treorîst a DAIŞê li hev kirine û li dijî hêzên ewlehiyê li beşa teşkîlata El-Musena û bendava El-Sersarê opersyon cih anîne.

Iraq ji Hezîrana 2014`an va rastî qeyrana ji ber dagirkirina hin navçên vî welatî ji aliyê grûpa treorîst a DAIŞ`ê hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu