İslami Davet Kurdi Bange İslami

Alimên Behreynê asahîbûna pêwendiyên welatên erebî û Îsraîlê şermezar kirin

Alim û ruhaniyên Behreynê asahîbûna pêwendiyên hin welatên erebî û Rejîma Îsraîlê ermezar kirin.

Nûçegihanê IRIB Newsê ragihand ku alim  û ruhaniyên Behreynê duh bi weşandina daxuyaniyekê asahîbûna pêwendiyên hin welatên erebî û Rejîma Îsraîlê û amadekariya ji bo vê kiryara bi taluke, wek xiyaneta li netewên erebî û Îslamî dan zanînê û ew şermezar kirin.

Berî viya jî Hevalbendiya Ciwanên Şoreşvan ên 14 Sibatê û Komela We`d a Behreynê asahîbûna pêwendiyên hin welatên erebî û Rejîma Îsraîlê û mazûvaniya Behreynê ji bo grûpa sporê ya Îsraîlê  şermezar kiribûn û ragihandibûn ku ev karê dewleta Behreynê qet li gor viyana netewê vî welatî nîne.

Asahîbûna pêwendiyên welatên erebî yên paşverû yên wek Behreynê tev Rejîma Îsraîlê ku ji bo veşartina dosiya reş ya vê rejîmê pêk tê, li rewşekê de ye ku ev welata (Behreyn) eva 5 sal in nearam û aloz e û Rejîma Alê Xelîfe bi serkutkirina nerizamendiyên aram û bê sîlah ên xelkê vî welatî û zîndanîkirina serok û rêberên şîeyan,  rewabûn û meşrûiyeta xwe zêde ji berê ji dest daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version