Komeke alimên dînî yên sune yên Libnanê li konfiransekê, li hemberî zext û boykotên Amerîkayê piştgirî dan Îranê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li meqera Tevgera Ometê li şarê Bêurût paytexta Libnanê konfiransek ser navê “ neyarîya li hemberî zextên Amerîkayê li dijî Komara Islamî ya Îranê “ hat lidarxistinê û komeke alimên dînî yên sune yên Libnanê li vê konfiransekê, li hemberî zext û boykotên Amerîkayê piştgirî dan Îranê.
Nunerên hin komên sune yên libnanî yên wekî Tevgerên Omet, Tewhîda Islamî, Islah û Wehdet, Desteya Sune ji bo Piştgirîya ji Berxwedanê û komên din li vê konfiransê pişkdar bûn.
Şêx Bilal Şeiban sêkrêtêrê giştî yê Tevgera Tewhîda Islamî li vê konfiransê got: Şerê koledarî û talankirinê yê Amerîkayê li dijî hin welatên herêmê ji şerê leşkrî û mezhebî veguherîye şerê aborîyê.
Şêx Tellal Yûsif wekî nunerê Tevgera Islah û Wehdetê jî li vê konfiransê got: Berxwedana Mêhwera Berxwedanê bû sebeb ku Amerîka û hevpeymanên wê, bera xwe bidin ser sekinîna li hemberî piştgirê sereke yê Berxwedanê yanî Îranê. Wî herwiha got: Ibtalkirina Rêketinama Atomî û sepandina boykotên aborîyê ser Îranê de di çarçova dijminatîya Waşîngtonê li hemberî Têhranê de ye.
Şêx Ibrahîm Berîdî endamê Desteya Sune ji bo Piştgirîya ji Berxwedanê jî got: Îran bi şêwazên curbicur pişta Berxwedanê girtîye û Berxwedanê jî serketinên herî mezin li hemberî Israîlê wekî dijminê xwe bi dest xistine.