Aliyên beşdar li civîna muzakirên aşaitiya Sûriyê li Astanê, paytexta Qezaqistanê li daxûyaniya xwe ya dawiyê ser piştgiriya ji yekperçetiya erdê Sûriyê û rawestana li ber terorîstan tekez kirin
Li daxûyaniya dawiyê ya civîna muzakirên aşitiya Sûriyê li Astana Qezaqistanê ku îro berêvarê ji aliyê Xîret Ebdulrehmanov, wezîrê karên derve yê Qezaqistanê hat xwendinê,tekez kiriye: Ev muzakire dê bibin destpêkek jibo muzakirên rasterast navbera dewleta Sûriyê û neyarên sûrî û civîna Astanê li serketinên muzakirên Jinêvê dê rola xwe hebe.
Li vê daxûyaniyê hatiye tekez kirin: Muzakirên aşitiya Sûriyê li gor biryarnamên navneteweyî divê bi zûtirkê destpê bibe û ser beşdariya grûpên çekdar li muzakirên Jinêvê hatiye tekezkirin.
Li vê daxûyaniyê ser parastina yekperçetiya erdê Sûriyê li gorî biryarnamên NY û her wiha dewama muzakirên siyasî di navbera dijberan û hikûmeta Sûriyê li gorî biryarnama 2336 a Konseya ewlehiyê hat tekezkirin û her cure çareserkirina eskerî ya qeyrana Sûriyê hatiye betalkirin û hatiye: Divê pevçûnên li Sûriyê li gorî biryarnama 2254an a Konseay ewlehiyê û pêşniyarqanûnên civînên welatên alîgirê Sûriyê dawî bibe û rê jibo giahndina alîkariyê bo xelkê şerlêxistî yê vî welatî li gor biryarnama 2156 xweş bibe.
Li daxûyaniya dawiyê ya civîna Astanê her wiha ser dewama muzakirên siaysî jibo bidestxistina mekanîzmekê bi armanca guhestina qawertê li Sûriyê li gorî biryarnameyên 2318 û 2254an a Konseay ewlehiyê hatiye behskirin ku dikare dawiyê bide pevçûnên Sûriyê.
Her wiha li gorî vê daxûyaniyê ser agirbesê li hemî axa Sûriyê û pêkanîna taximeke çavdêrê jibo çavdêriya ser cihanîna durusta vê agirbesê hatiye liehvkirin. Agirbes li Sûriyê navçên di bin kontrola grûpên terorîstî yanî DAIŞ û El-Nusrê nagire ber xwe.
Li daxûyaniya dawiyê ya civîna Astanê ser destpêkirina muzakirên siaysî yên Sûriyê li Jinêvê bin çavdlriya NY li 8 Sibata 2017an jî hatiye tekezkirin.
Muzakirên li bara qeyrana Sûriyê roja duşemiyê li bajarê Astanq Qezaqistanê bi însiyatîva Komara Îsamî ya Îranê, Rûsiyê û Tirkiyê destpê bû û berêvariya sêşemiyê bi dawî hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)