NûçeRojhilatanavinYemen

Sernixûnkirina balefireke keşfê ya artêşa Siûdî li Yemenê

Artêş û kumîteyên gelanî yên Yemenê balefireke keşfê ya artêşa Erebistanê sernixûn kirin.

  Li gorî rapora IRNA`yê, Yekînên  artêşê û kumîtên gelanî yên Yemenê îro balefira  keşfê ya artêşa Erebistanê li nêîzkî Cebel El-Mehrûqê li navça  El-Qawiyê ya parêzgeha Cîzanê li başûrê Erebistanê sernixûn kirin.

Li bara  sernixûnkirina ev balefira  keşfê raporek nehatiye dest.

Li gorî raporeke din topxana  artêşa Yemenê êriş kir ser cihê kombûna  eskerên artêşa  Erebistanê li El-Keresê li Cîzanê ku li encama wê hejmareke zêde ji eskerên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn.

Wezareta karên hundir jî roja înê ragihand eskerekî vî welatî li encama  teqîna maynê li bajarê sînorî ya Cîzanê li nêzîkî Yemenê hat kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu