EwropaNûçe

Almanya hemû santralên nukleerî digire

Almanya wê di nava 6 salan de hemû santralên nûkleer ên li welên bidin girtin.

Li gorî nûçeya beşa tirkî a Deutsche Welleyê, Beşa Parastina ji Radyasyonê ya Almanyaya Federal daxuyaniyek belav kiriye. Di vê belavokê de tê gotin ku wê destûra kar a santralên nukleer ên li Eyaleta Saksonyaya Jêr Emsland, ya li Eyaleta Bavyerayê Isar 2 û ya li Baden Wurttembergê Neckarwesheim 2 yê, di 31ê Berfanbara 2022an de bidawî bibin.

Beriya vê dîrokê bi salekê jî wê xebatên santralên nukleer ên li Saksonyaya Jêr Grohnde, ya li Bavyerayê Gundremmingen C û Schleswig Holsteinê Brokdorf bi encam bibin.

Piştî ku di sala 2011an de li Santrala Nukleer a Fukushima ya li Japonyayê teqîn çêbû hikûmeta Almanyayê û meclîsên eyaletan û ya federal yaseya xebatên nukleerê guherandin û 8 ji 17 santralên heyî pêşî demkî, paşê jî bi temamê girtin. Santrala nukleer a li Bavyerayê Grafenrheinfeld jî di hezîrana 2016an de hate girtin. Yaseya xebatên nukleer ligel dîroka girtina santralan, dîroka dawî ya bikaranînê jî diyar dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu