Li bajarê Munîhê ya Almanyayê ji ber ku gelê herêmê ji penaberan aciz bûne di navbera kampa penaberan û taxê de dîwarekî ku 4 mîtro bilind û 100 mîtro jî dirêj tê avakirin.
Li gor agahiyên ku di çapemeniya neteweyî da derketin li Neuperlach Suda navçeya Munîhê ku 55 hezar kes dijîn, 25 mêtro dûrî ciyê penaberan dîwarekî 4 mêtro bilind û 100 mêtro dirêj tê avakirin. Tê îdakirin ku ji ber qerebalixa penaberan dîwar tê avakirin.
Li kampa ku 160 kes hene bi gelemperî ciwan dijîn û xelkê herêmê daxwazname dabûn ku di navbera tax û kampê da dîwar were avakirin.
27 sal piştî hilşandina Dîwarê Berlînê careke din dîsa li Almanyayê danîna dîwarekî wiha bertek jî bi xwe ra anîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)