EwropaNûçe

Almanya penaberan vedigerîne Yûnanistanê

Hikûmeta Almanyayê amadehiyan dike penaberên ku bi rêya Yûnanistanê ketine nava Almanyayê û li wir serlêdana penaberî kiriye wan vegerîne Yûnanistanê.

Li gorî nûçeya Deutsche Welle Tirkî, Wezareta Navxweyî ya Federal di daxuyaniya xwe de ragihand ku heta meha edarê wê gengaz bibe ku em wan îadeyî Yûnanistanê bikin. Wezareta alman biryara Peymana Dublîn ku ji terefê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ve hatibû dayîn pejirand.

Li gorî Peymana Dublînê, penaber pêşî bigihîjin kîjan welatê Ewropayê divê li wir serlêdana mafê penaberiyê bikin. Lê ji ber pirsgirêkên penaber ên Yûnanistanê Almanya ji sala 2011an ve ev biryar dabû sekinandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu