ÎranNûçeRojhilatanavin

Brucerdî: Emerîka, plandarêj sereke ya komployên li dijî Îranê ye

Serokê Komaîyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, bal kişand ser êrişên terorîstî yên vê dawiyê li Têhranê û got: “Bêguman plandarêj sereke ya komployên li dijî Îranê Emerîkayê cinayetkar e“.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Elaedîn Brucerdî li axiftina  beriya xutbeyên nimêja îniyê ya vê hefteyê ya Têhranê got: “Emerîka ji ber ku li warê navokî derdaye Komara Îslamî ya Îranê û îro rojê Îranê hemî ev zanista bi dest xistiye hêrs bûye“.

Brucerdî tekez kir: “Dewlet û gelê Îranê ji ber baweriyên xwe û fetwaya  rêberê giranqedr berpirsiyar in ku zanista navokî li vî welatî ji hêla eskerî ve neyê bikaranîn“.

Wî alîkariyên Têhranê jibo kutakirina qeyrana Sûriyê û Iraqê ji hegerên herî giring ên komployên  Emerîkayê li dijî derbelêxistina li îranê da zanîn.

Elaedîn Brucerdî li şiroveya operasyona  terorîstî ya Têhranê jî got: “Armanca sereke ya terorîstan, derbasbûna nav meclîsê û êrişa ser nunerên  meclisa şêwra Îslamî bû lê bi hişyariya  hêzên sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî, pêrgî deriyên girtî hatin“.

Serokê Komaîyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li dawiyê got: “Êrişên wiha dê tu bandorekê ser viyan a gelê mezin ê Îranê û nizama  pîroz a Komara îslamî jibo dewama  riya xwe tinebe“.

Li encama êrişên siba çarşemiyê ya şerxwazên ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ser meclisa şêwra îslamî ya Îranê û herema paqij a Îmam Xumeynî (RE) li Têhranê, 17 kes şehîd bûn û 52 kes jî birîndar bûn.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu