CîhanEwropaNûçe

Almanyayê fermana radest kirina serokê herêma Katalonyayê hilweşand!

Desthilata dadwerî ya Almanyayê ragehand, dosyaya serokê berê yê herêma Katalonyayê ya ser bi Îspanyayê Carles Puigdemont, bi temamî hatiye daxistin.

Berdevkê desthilatiya dadweriya bilind li herêma Schleswig – Holstein a bakurê Almanyayê ragehand, fermana radest kirina Carles Puigdemont a ji desthilatiya Îspanyayê re hatiye hilweşandin. Herwaha hemû rêyên yasayî yên peyvendiya xwe bi serokê berê yê herêma Katalonyayê ve heyî hatine ragirtin û temam bûye.

Berî naha roja pêncşema borî desthilatiya dadweriya Îspanya, fermana girtina Puigdemont hilweşand, ku bi rêya Yekitiya Ewropayê ve daxwaza radest kirina wî ji Almanyayê kiribû.

Serokê berê yê herêma Katalonyayê Carles Puigdemont ku di 01.10.2017ê de referandûma serxwebûna herêma Katalonyayê rêvebir û bi rêxistin kir.

Başa dön tuşu