ÎranNûçeRojhilatanavin

Birêketina Çileya Ayetullah Haşimiyê Rfsencanî li Têhranê

Merasima Çileya Ayetullah Haşimiyê Rfsencanî serokê berê yê Civata Kifşkirina xêr û kara nizama Îranê bi pişkdariya Hesen Ruhanî li merqeda paqije a Îmam Xumêyînî(RH) birê ket.

Li merasima Çileya Ayetullah Haşimiyê Rfsencanî serokê berê yê Civata Kifşkirina xêr û kara nizama Îranê ku êvara îro pêncşemê bi pişkdariya Hesen Ruhanî li merqeda paqij a Îmam Xumêyînî(RH) birê ket, Hucetul-îslam welmuslimîn Mecîd Ensarî alîkarê hiqûqî yê serokkomarê Îranê li bara şexsiyeta Ayetullah Haşimî axivt.

Li vê rêûresmê Îshaq Cîhangîrî alîkarê serokkomarê Îranê, Muhemed Nihawendiyan serokê nivîsgeha serokkomariya Îranê, Seyîd Hesen Xumeyînî , Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve, Seyîd Mehmûd Elewî wezîrî Îteleatê û parek pir ji endamên dewletê, endamên Civata Kifşkirina xêr û kara nizama Îranê, qumandên eskerî û întezamî, nûnerên meclisa şêwra îslamî ya Îranê jî pişkdar bûn.

Ayetulah Haşimîyê Refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Komara Îslamî ya Îranê êvara yekşemiyê 8 Çileya sala 2017 ji ber rawestana dil di temenê 82 salîyê da li nexweşxana Şuhedaya Tecrîşê li  Têhranê da emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu