NûçeEwropaÎranRojhilatanavin

Almanyayê gazî balyozê Îranê kir

Wezareta Derve ya Almanyayê duh Înê ragihand ku balyozê Îranê li Berlînê bo Wezareta Derve ya wî welatî hatiye gazîkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Andrea Sasse berdevka wezareta karên derve ya Almanyayê got: Almaniyayê gazî balyozê Îranê bo wezareta karên derve kiriye ji bo şêwirê û ev kar li hember kiryara Îranê ku bang li balyozê Berlînê li Têhranê kiribû, pêk hatiye.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê li gazîkirina sefîrê Almaniyayê, li bara gotinên hin rayedarên Almaniyayê yên li ser gurkirina ajawegêriyan û binpêkirina qanûnan li Îranê, van helwestên ne berpirsiyarane yên Almanyayê li dijî rêgez û prensîbên qanûnên navneteweyî û li hemberî qayide û qirarên têkiliyên dirêj ên di navbera her du welatan de wesif kir, ku qet rewşeke wiha ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê nayê qebûl kirin.

Başa dön tuşu