NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê li Dêrezorê derbên giran li têrorîstan dan

Hêzên artêşa Sûrîyê karîn ku hin deverên şarê Dêrezorê ji lepên têrorîstan derînin û di encama vê opêrasyonê de derbên giran li wan bidin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, hêzên artêşa Sûrîyê karîn hin deverên ku têrorîstên DAIŞ`ê li bajarokên Cela, Hserad û Seyyalê li bajarê Bûkemalê li derdora Dêrezorê dagir kiribûn, azad û ji têrorîstan paqij bikin.

Ji hêla din ve, hêzên artêşa Sûrîyê êrişên têrorîstên DAIŞ`ê li devera Heseradê li devera Badîyê li derdora Dêrezorê bêencam kirin ku di encamê de gellek têrorîst hatin kuştinê û derbên giran li wan ketin.

Balafirên cengê yên Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIş`ê bi serkirdetîya Amerîkayê jî bi merema piştgirîya ji têrorîstan, bi awayekî rasterast êrişî baregehên artêşa Sûrîyê li deverên Heserad û Seyyalê kirin.

Helekoptêrên artêşa Sûrîyê jî çeperên têrorîstan li deverên Til Seid û Temsûnê li bakûra rojhilata parêzgeha Suweydayê li başûra Sûrîyê kirin armanc.

Nîvê devera Badîyê ser bi parêzgeha Suweydayê ji hêla têrorîstên DAIŞ`ê ve hatibû dagirkirin.

Başa dön tuşu