Alûgorên Sûriyê: Mijara gotûbêjên Têhranê
Elî Memlûk Sereokê Saziya Ewlehiya Netewî ya Sûriyê û Welîd Muelim wezîrê karên derve yê vî welatî bona gotûbêja tev karbidestên Komara Îslamî ya Îranê li bara alûgorên vî welatî seredana Têhranê kir.
Ji ber gotûbêjên berdewam yên di navbera Îran, Rûsiya û Sûriyê , alûgorên Sûriyê ketine nav qunaxekî nû û azadiya bajarê Helebê ji destê terorîstan, işkestekî giran ji bo terorîstan û piştevanên wan hatiye hisab û li ser alûgorên siyasî yên nav Sûriyê bibandir bûye,
Li vî halî da duh îniyê agirbesa di navbera dewleta Şamê û grûpên neyar xîncî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê û Fethul-Şamê û grûpên ser bi wan îcra bû.
Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê rêketina agirbesa nav Sûriyê serketineke mezin da zanîn û destnîşan kir; Pêwîst e ji vê mecalê bona jinavbirina terorîstan behre bê wergirtin.
Ev mesela nîşana ciddîbûna Îranê û Sûriyê û xebata van her du welatan bona jinavbirina terorîzmê li Sûriyê ye.
Alûgorên nû li nav Sûriyê rewşeke nû çêkiriye ku zemîneyê bona gehiştina bo rêçareya siyasî sa çareserbûna kirîza Sûriyê xweş dike.
Piştevaniya Rêxistina Netewên Yekgirtî ji xebatên hevpar ên Îran û Rûsiyayê û gotinên Dî Mêstora li bara rewşa erênî ya alûgorên Sûriyê vê hêviyê zêde dike ku xebatên dîplomatîk bona çareserkirina kirîza Sûriyê serê xwe bigire, lê rastî ev e ku hîn jî hinek alî dijî van cure siyasetan dixebitin
Her çend Tirkiyê vê dûmahîkê û li şerê Helebê dest ji piştevaniya grûpên terorîstî û çekdar berda lê gotinên hinek ji karbidestên Tirkiyê ku pêşniyara hizûra Erebistanê li gotûbêjên Sûriyê dane li ser van gotûbêjan bandorê dike.
Gotûbêjên li ser rewşa Sûriyê li kutahiya meha Çileyê dê li Astaneya paytexta Qezaqistanê birê keve.
Pêşwaziya welatên cîhanê ji vê rêketina agirbesê dikare xebata cîhanî bona çareserkirina kirîza Sûriyê pirtir bike.
Li vê navberê pirsa medyayî û siyasî ev e ku rola Amerîka li vê navberê çî ye.
Eva pirseke ku pêwîst e Donald Trump serokkomarê bijartî yê Amerîka bersivê bide.
Niha Rûsiya, Tirkiye û Îranê li çarçîva daxûyaniya Moskoyê rola xwe ya bibandor ji bo azadiya Helebê ji destê terorîstan û dewama xebata dijî grûpên terorîstî û herwisa xebata ji bo destpêbûna gotûbêjên siyasî û birêketina agirbesa nav Sûriyê îspat kirine.
Niha jî seredana Elî Memlûk Sereokê Saziya Ewlehiya Netewî ya Sûriyê û Welîd Muelim wezîrê karên derve yê vî welatî bo Têhranê ji bo gotûbêja tev karbidestên Komara Îslamî ya Îranê li vê çarçîvê tê nirixandin.
Pêwîst e ku ev mesela bê berçavgirtin ku li gotûbêjên aşitiya Sûriyê, hîn jî hinek zextûzor hene ku nehêlin grûpên neyara dewleta Şamê û karbidestên dewleta Sûriyê ser masa gotûbêjê hazir nebin.
Li her halî da mirov dikare bêje rawestandina şêrr li nav Sûriyê dikare xem û janên xelkê Sûriyê kêm bike û eva tiştekî baş e ji bo xelkê Sûriyê.
Mesela kutahiyê ev e ku kutahiya şêr li nav Sûriyê maye ser hevkarî û hevahengiya navnetewî tev dewleta Sûriyê ew jî li pirosa xebata dijî terorîzmê û cihanîna daxûyaniyên Kunseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî li vê barê da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)