ÎranNûçeRojhilatanavin

Plana mûşekî ya Îranê ya berevanîyê û bi armanca parastina welêt e

Elîekber Wilayetî, îro li koma nûçegihanan li Têhranê got: Komara Islamî ya Îranê jibo parastina xwe, ji kesî îznê wernagire û plana berevanîyê Îranê jî têkilîya wê bi Amerîkayê re tineye.

Wilayetî bibîr xist: Komara Islamî ya Îranê guh nade zext û zorên ku propagande ne û li gorî armancên kifşkirî her dema ku guncav bizane yê mûşekên din jî biceribîne.

Serokê Navenda Lêkolînên Istiratêjîk a Civata Kifşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê ku di eynî halî da rawêjkarê karên navnetewî yê rêberê qedirgiran ê Îranê ye bi gotina vîya ku serokomarê nû yê Amerîkayê bi dû birêxistina nakokî û çendberetîyê di nav gelên dinyayê da ye, pêkutî kir: Komara Islamî ya Îranê nîşan daye ku bi van propagandên xirab û zext û zorên propagandeyî û rewanî ji meydanê dernakeve belkî yê bi hêzeke zêdetir li meydanê hazir be.

Serketina Îranê li warê mûşekan bûye sedema hêrsbûna dijminên Îrana islamî ji wan Amerîkayê. Berpirsên îranî hertim pêkutî kirine ku şîyana mûşekî ya Têhranê di çarçova doktorîna berevanîyê da tê kifşkirin û nasandinê.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu